Çile 26, 2020 17:01 Asia/Tehran
  • Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ser pêwîstiya Intifazeyê sa sekinîna dijî Danûstandina Sedsalê teqez kir

Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li ser pêwîstiya Intifazeyê bo sekinîna dijî Danûstandina Sedsalê teqez kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya malpera Ehda Libnanê, Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di Konferansa "Quds ya me ye û emê bi xwînên xwe wê biparêzin" li Zîvala Xezeyê got: Amerîka bi serokatiya Donald Trump biryar daye dijî gelê Filistînê raweste.

El Beteş tevî rexneya jhi bêdengiya hin welatên erebî li hemberî kiryarên Trump ên dijî Filistînê, got: Trump bi neçêbikaranîna lawaz û alzoya helwêstên welatên erebî dixwaze ku ramana Filistînê ji nav bibe.

Endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê teqez kir: Gelê Filsitînê dê rê nede tu kesî ku Qudsê ji wî bistîne.

Konferansa "Quds ya me ye û emê bi xwînên xwe wê biparêzin" bi armanca piştevaniya ji Mizgefta Eqsayê û berxwedana Şêniyên Qudsê li Zîvala Xezeyê hat lidarxistin.

Biryar e di civîna roja Sêşemiyê ya vê heftiyê ya Trump bi Nêtanyahû plana Danûstandina Sedsalê were nimandin.

Li gorî plana amerîkî-siyonîstî ya "Danûstandina Sedsalê", Qudsa şerîf dê radestî Rêjîma Siyonîst were kirin; Awareyên Filistînî dê mafê xwe yê vegerê tunebin û Filistîn tenê dê buibe xwediyê erdênmayî li Zîvala Xezeyê û Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê.