Kanûn 04, 2019 18:47 Asia/Tehran
  •  NY bi fermî ji Îsraîlê xwest ku bila terka Golanê bidin

Civata giştî ya NY piştî pejrandina biryarnama têkildarî çiyayên dagirbûyî yên Golanê, bi fermî ji Rejîma dagirkirê Îsraîlê xwest ku bila terka Golanê bide.

 Li gorî rapora  ISNAyê, û ji zarê Erebî 21 ê  li sercem 91 welatên endamê civata giştî ya NY dengê erênî dan biryarnama  derketian Îsraîlê ji Golanê. Her wiha 9 welatan dengê na û 65 welatan jî dengê bêalî dan.

 Li gorî  vê biryarnamê, Rejîma Siyonîstî divê erdên dagirbûyî yên golanê heta cixîza 4 Hezîrana 1967`an biterikîne.

 Civata giştî ya NY biryara ku Rejîma Siyonîstî 14 kanûna 1981an dabû û li gor wê serdestiya xwe ser vê navçê berfireh kiriye û ew ya xwe zaniye, batil da zanîn.