Kanûn 04, 2019 17:57 Asia/Tehran
  • Dewama desteserkirina 13 keştiyên yemenî yên hilgirê ardû û xwarekê ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va

Kompaniya petrolê ya Yemenê ragihand ku Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî hema wisa desteserkirina 13 keştiyên yemenî yên hilgira ardû û xwarekê didomîne.

Kompaniya petrolê ya Yemenê bi daxuyaniyekê ragihand: tevî ku şandiyê NY bo Yemenê di rapora xwe ya nû bo Konseya Ewlehiya Navnetewyî da qala gihîştina keştiyên ardûyê bo bendergeha Hudeydeyê û çareserkirina pirsgirêkan di vî warî da kir, lê Hevpeymaniya Siûdî hema wiha keştiyên hilgira ardûyê tevî ku destûra gihîştina bo Bendera Hudeydeyê hene, desteser kirine da ku rencê gel zêde bike.

Zeyd Weşlî Serokê parêzvaniya perravî ya Beşa Deryaya Sor a Yemenê got: Hevpeymaniya Siûdî kiryarên xweser derheqê keştiyan dike. Rê li ber derketina wan ji avên Yemenê digire an wan neçar dike ku vegerin Bendera Hudeydeyê bêyî ku hîç heger an hincetek hebe.

Weşlî ji NY xwest ku bi qebûlkirina berpirsiyariya xwe Hevpeymaniya Siûdî han bide ku van tevgerên dijî qanûnên navneteweyî rawestîne, ji ber ku bi van kiryarên xweser renc û elemên yemeniyan zêdetir dike.