Kanûn 04, 2019 15:06 Asia/Tehran
  • Dadgeha Almanyayê qedexetiya firotina çekan bo Erebistanê îbtal kir

Dadgehek li Almanyayê bêyî ku guh bide ser cinayetên Erebistanê li Yemenê qedexetiya firotina wesayîtên şêr û çekan bo Erebistanê îbtal kir.

Li gor Reutersê, Dadgehek li Almanyayê duh bêyî ku guh bide ser cinayetên Erebistanê li Yemenê, biryara rayedarên almanî di warê  qedexekirina firotina erebeyên zirîhpoş, wesayîtên şêr û çekan bo Erebistanê red kir û îdia kir ku dewleta Almanyayê li vê babetê de proseyên qanûnî yên pêdivî derbas nekirine. 

Rayedarên Almanî jî ti bertekek li hemberî vê hikmê dadgehê nîşan nedane.

Li hikmê vê dadgehê diyar bûye ku rayedarên almanî teşeposat û pêvajoyên qanûnî yên derheq îbtalkirina rêketinnamên derfirotinê bi dirustî derbasnekirine û rêketinnamên hanê bi awayekî îbtal kirine ku xerametê nedin.

Dewleta Almanyayê sala 2018 piştî kuştina rojnamevanê siûdî Cemal Xaçuqçî, firotina erebeyên zirîhpoş, wesayîtên şêr û çekan bo Erebistanê  qedexe kirin.