Teqîna Bombê li Yemenê û candayîna 5 zarokan
Ji ber teqîna roketeke mayî ji ber êrişa Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî li parêzgeha El-Hudeydê ya Yemenê 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya kana El-Mesîre ya Yemenê ev roketa duh li gundê El-Muneqim ya bajarê Derîhemî li parêzgeha El-Hudeydê li rojavayê Yemenê teqiya ku 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû.
Roja înê jî di encama êrişa balafirên Siûdî ser maleke xelkê li devera El-Cah el-Eila ya bajarê Beyt el-Feqiyeh li parêzgeha El-Hudeydê de zarokek can da û 4 kes jî birîndar bûn.
Erebistana Siûdî, Îmaret û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de heya niha zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ji ber berxwedana gelê Yemenê ti sûdek ji vî şerê nestandiye.