Mijdar 10, 2019 18:35 Asia/Tehran
  •  Paşayê Urdinê bidawîbûna zêdekirina navçên El-Baqorê û El-Xemerê ragahnd

Paşayê Urdinê bi fermî kutabûna îlhaqiya têkildarî kirêdayîna navçên El-Baqûrê û El-Xemerê li hevhatina nasiyar bi Wadî Erebê bi Rejîma Siyonîstî re raghand.

 Ebdullahê duyem, paşayê Urdinê îro yekşemê bi raghandina kutabûna vê hevhatinê got: Ji ber helwêstên dîrokî me tawîzeke mezin da. 

 Eva li halekê ye ku Cumane Xuneymat, berdevka dewleta Urdinê du hefteyên buhurî li bara kutabûna xalên îlhaqî yên hevhatina vî welatî bi Rejîma Siyonîstî re li bara navçên  Baqûrê û El-Xemerê li 10 Mijdarê agahî dabû û gotibû ev du navçe li dema kivşkirî ji aliyê Rejêma  Siyonîstî dê werin standin. 

 Du navçên El- Baqûrê û El-Xemerê, ev 25 sal in ku li gor peymana Wadî Erebê di navbera Emanê û Telavîvê de wek kirê radsetî  Rejîma Siyonîstî hatibûn kirin

Li gor vê peymanê, qirar bû ev du navçe bo mideha 25 salan li kirêya Rejîma Siyonîstî de bin û pişt re ev mideha ger Urdinê qebûl bike, bê dirêjkirin.