Mijdar 08, 2019 17:48 Asia/Tehran
  • Kombûna nerazîbûnê ya xwendekaran li hember avahiya Wezareta Hîndekarî û Perwerdeyê ya Lubnanê

Xwendekar û xwendevanên Lubnanê bona diyarkirina nerazîbûna xwe li hember kêmasiyên li warê hîndekariya dewletî, xerca zêde yên Xwendinê li xwendingehên nedewletî û nizama hîndekariyê li ber avahiya Wezareta Hîndekarî û Perwerdeyê ya Lubnanê kom bûn.

 Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, Ekrem Şuheyb, wezîrê Hîndekarî û Perwerdeyê yê Lubnanê roja pêncşemiyê li civîna rojnamevaniyê ji xwendevan û xwendekarên vî welatî xwest ku bila polên xwe yên dersê tehtîl nekin û piştî dawîbûna  sietên hîndekariyê kombûnên xwe li dar xînin. 

Wezîrê Hîndekarî û Perwerdeyê ya Lubnanê li bara sloganên eşîretî û hizbî hişyarî da û got: Nabe sloganên  bêtifaqîçêker riya xwestekên behreq ên neraziyan bixalifînin. 

 Televîzyona El-Hedesê jî li bara kombûna xwenîşanderên lubnanî li ber mala Nêda Bostanî wezîrê enerjiyê yê dewleta îstîfakirî ya Lubnanê û dayîna sloganên li dijî siyasetên  şaş ên aborî yên wî agahî da. 

Xwenîşanderan her wiha li ber mala Nîhad Meşnoq, wezîrê karên navxwe yê berê yê Lubnanê kom bûn û raghandin ku dixwezin ji niha şûnde li ber mala  kesayetiyên siyasî, rayedarên dewletê û wezîran kom bibin û siyasetên wan ên şaş ên aboriyê protesto bikin. 

Lubnan ji 17 Cotmehê va heta niha şehedê xwenîşandana  gelanî bona protestokirina rewşa sermalê û qeyrana aborî ye.