Cotmeh 12, 2019 15:39 Asia/Tehran
  • Berteka Ensarullaha Yemenê li hember şandina hêzên nû yên Emerîkayê bo Erebistanê

Endamê konseya navendî ya tevgera Ensarulaha Yemenê wek berteka li hember şandina bi hezaran hêzên nû yên emerîkî bo Erebistanê got: Karê ku 14 hezar eskeran nekaîne bikin, bi eskerên zêdet ir jî naghêje encamê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Elî El-Hûsî, endamê konseya navendî ya tevgera Ensarulaha Yemenê îniyê şevê di twîtera xwe de nivîsî: "Dewleta  Emerîkayê dewsa şandina bi hezaran hêzên eskerî bo Rojhilata  Navîn û darêştina plana şêr û xwînrêjiyê bo hevpeymanên xwe û gelên azad, bila planên jiyana bi aşitî, jiyana wekhev û demokrasiyê berfireh bike "

  Endamê konseya navendî ya tevgera Ensarulaha Yemenê destnîşan kir emerîkî her tim îdia dikin ku li du rewacdana mirovantiyê ne lê di partîkê de alîkariya hevpeymanên xwe dikin ku qeyrana  însanî ya herî xirab li Yemenê pîk bînin. 

 El-Hûsî tewerz kir dewleta Emerîkayê  baştir e dinyayê bi guhertina siyasetên xwe yên bi dijmiantî ku xêncî xopanê feydeyek tine, ecêbgirtî bike û gelê Emerîkayê divê bizanibin ku dewleta wan ji şerê li Viyetnamê, li Iraqê û Yemenê tu qezancek nekirine.