Cotmeh 11, 2019 18:19 Asia/Tehran
  •  Rexneya Rêxistina hiqûqî ya Behreynê ji dayîna hikmên îdamê

Rêxistineke mafên mirovan a Behreynê dayîna hikmên îdamê bêyî cihanîna mehkemeyên adilane li vî welatî rexne kir.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Rêxistina demokrasî û mafên mirovan a Selamê, ya Behreynê, bal kişand  ser vê yekê ku hikmên îdamê li vî welatî bêyî lidarxistina civînên mehkemekirina adilane  tên dayîn û daxwaza îbtalkirina van hikman kir. 

 Vê rêxistina mafên mirovan li daxûyaniya xwe aniye ku hikmên îdamê li Behreynê li halekê tên dayîn ku li bara îdiayên  işkenca mehkûmên îdamê tu lêkolînek cih nehatiye li halekê ku  hemî îtirafên mehkûman di bin işkenceyê de bûye û loma  li xwe mukir hatinên wan  ji hêla qanûnê va batil in û divê civînên mehkemekirina  wan cardinê li gor  pîvanên  navneteweyî were lidarxistin. 

 Li vê daxûyaniyê hatiye ku Behreyn ji van 56 welatan e ku cizaya îdamê têde cih tê û 83 xalên  vê cizakirinê li qanûnên Behreynê hene û ji sala 2011`an heta 2019`an hejmara  hikmên  îdamê gihêştiye 36 heban ku pênc heb ji wan hikmên îdama  Elî Muhemed Hekîm El-Ereb, Ehmed Îsa El-Melalî, Samî Meşmî, Ebas El-Semî û Elî El- Senkîs cih hatine.