Cotmeh 08, 2019 19:07 Asia/Tehran
  • Teqeziya Yehya Serî' li ser amadetiya hêzên çekdar ên Yemenê jibo bersivdana bo her cûre êrîşekê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê îro anku Sêşemiyê di press konferansekê da got ku hejmara kuştiyên dijmin di mehên Tebax û Îlonê da 1000 kes û hejmara birîndaran jî gihîşte du hezar kesî.

Li gorî rapora Iran Pressê, yehya Serî, Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha got: Mafê me yê rewa ye ku jibo bidawîanîna dorpêça Yemenê kiryarên lazim ji wan êrîşên ser kûrahiya axa dijmin cih bînin, ji ber ku em dorpêça Yemenê wek operasiyona dijminane ya leşkerî dizanin.

Yehya Serî got: Hêzên çekdar ên Yemenê dixebitin ku cihê ragirtina hêsîran veşartî ragirin da ku wek berê nekevin ber êrîşa firokeyên şêrr ên hevpeymaniyê.

Wî bi gotina vêya ku renge wek berteka li hemberî binpêkirina agirbesê li Hudeydeyê, cihên kombûn û navendên hestiyar ên dijmin li perravên rojavayî yên Yemenê bikevin ber êrîşê, destnîşan kir: Hêzên çekdar ên Yemenê dê bersiva her cûre operasiyonê heta heke êrîşeke esmanî be, bidin.

Serî got: Yekîneya me ya mûşekî 23 operasiyonên bi mûşeka Balistîk cih anîn ku têde hin armanc ji wan 20 nuxte di kûrahiya axa Erebistanê da ketin ber mûşekan.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha got: Hêzên me karîn ku 500 kîlomitrên çarkunc ji navçeyên bn kontrola hevpeymaniya Siûdî rizgar bikin.