Cotmeh 05, 2019 17:32 Asia/Tehran
  • Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê derbarê karesata mirovî de hişyarî da

Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê ragihand ku eva 54 meh in ku Yemen hatîye dorpêçkirinê û hevalbendîya seûdî bi girtina pêşîya hatina gemîyên ardûhilgir bo bendera Hudeydê, bûye sedem ku nexweşxane û navendên dermanî pêrgî pirsgirêkên ciddî bibin.

Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê di daxûyanîyê de herwuha ragihand ku hevalbendîya seûdî dorpêça bejayî, deryayî û hewayî ya dijî Yemenê didomîne û vê yekê li rex êrişên hewayî, rewşa vî welatî ji hêla tenduristîyê ve xedar kirîye.

Di wê daxûyanîyê de girtina pêşîya anîna ardûyê bo Yemenê wek hikmê kuştina herîkêm bi sedan hezar kesên nexweş hatîye zanîn û pêgirî hatiye kirinê ku têkoşîna dijî nexweşîyên pêgir ên weke Kulêre, Malarya, Anfiloanza û Tayên curbicur ku her roj bi dehan kes bi wan dikevin hewcedarê imkanan û di serî de ardûyê ye.

Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê alîkarîya lezgîn ji civaka cîhanî û sazîyên navnetewî xwest ku zorê bidin ser hevalbendîya seûdî jibo vekirina pêşîya gemîyên ardûhilgir û ji ber ku NY wan gemîyana kontrol dike, idî tu hecetek jibo rawestandina wan nemaye.

Hevalbendîya seûdî heta niha 9 gemîyên nifthilgir li perravên Yemenê rawestandine û nahêle ew ber bi benderan ve herin.