Cotmeh 05, 2019 09:09 Asia/Tehran
  • Sîyonîstan êrişî filistînîyan kirin, filistînîyek şehîd û 40 jî birîndar bûn

Di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pikdarên meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de, filistînîyek şehîd û 40 kes jî birîndar bûn.

Meşa Mafê Vegerê duh di înîya 77`an de ser navê ``aştîya netewî bijareya gelê me ye`` li Zîvala Gezzê hat lidarxistinê û leşkerên Rêjîma Sîyonîst êrişî pişkdarên wê meşa biaştî kirin ku di encamê de

filistînîyek şehîd û 40 kes jî birîndar bûn.

Meşa biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Adara 2018`an ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û didome.

Ji 30`yê Adara sala 2018`an ve heta niha zêde ji 330 filistînî di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst da şehîd û zêde ji 31 hezar filistînî jî birîndar bûne.

Rêjîma Sîyonîst bi zevtkirina erdên filistînîyan û avakirina bajarokan li wan, bi dû guhertina demogirafîya deverên filistînîyan e û dixwaze bi bichkirina Sîyonîstan li deverên filistînîyan serdestîxwazîyên xwe li navçên hanê misoger bike.