Cotmeh 04, 2019 16:10 Asia/Tehran
  • Êrişên bi topan ên zorbêjên seûdî ser Hudeydeya Yemenê didomin

Hevalbendîya zorbêj a seûdî deverên curbicur ên parêzgeha Seidê ya Yemenê dan ber topan.

Ligorî rapora Kanala Al Masîrê, di encama êrişên bi topan ên hevalbendîya seûdî ser deverên xelknişîn ên Hudeydê da kuştî û birîndar hebûne û xisar li mal û milkê xelkê ketin. Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de hela tu raporek nehatîye weşandinê.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî jî duh li bara dewama êrişên hewayî yên hevalbendiya destdirêjkir a siûdî ser navçên curbicur ên Yemenê da got: Di 48 sietên buhurî de, herîkêm 17 êrişên hewayî li dijî navçên xelknişîn û erdên cotkariyê yên yemeniyan li parêzgehên curbicur ên wî welatî cih hatine.

Serî destnîşan kir ku piraniya êrişên destdirêjkiran parêzgeha Sedeyê li bakurê Yemenê bûye armanc.

Eva di halekê ye ku Serokê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê Mehdî Muşat roja îniyê 20 Îlonê bi ragahndina agirbesa bi şert, hevalbendiya destdirêjkir a siûdî jibo rawestandina şêr vexwend.