Îlon 20, 2019 08:53 Asia/Tehran
  • Erebistanê dîsa buxtan li Îranê kirin

Dewleta Erebistana Siûdî roja Pêncşemiyê di dewama hilêxistina tawanan dijî Komara Îslamî ya Îranê bi şandina nameyekê bo Konseya Ewlehiyê ya NY angaşt kir ku çekên îranî di êrîşa ser binkeyên petrolê yên vî welatî hatine bikaranîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Dewleta Erebistanê di vê nameyê da ji NY û karzanên navneteweyî xwest ku beşdarî lêkolînên vî welatî derbarê vê êrîşê bibin.

Wezareta karên derve ya Erebistanê jî Duşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku êrîşa ser Aramkoya Erebistanê bi çekên Îranî pêk hatiye.

Îdia û tawanên pûç ên siûdiyan dijî Îranê di rewşekê da ye ku hêzên çekdar ên Yemenê bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşa ser binkeyên petrola Erebistanê hildaye ser milê xwe.