Îlon 13, 2019 09:40 Asia/Tehran
  • Talibanê berpirsîya êrişa ser binkeya Artêşa Efganistanê da ustîyê xwe

Koma Talibanê berpirsîya êrişa ser binkeya Artêşa Efganistanê li paytexta wî welatî şarê Kabolê da ustîyê xwe.

Duh piştînîvro bombeyek li ber binkeya Hêzên Taybet ên Artêşa Efganistanê li rojavaya şarê Kabolê teqîya û piştre di navbera êrişkeran û hêzên wî welatî de pevçûn derket ku Koma Talibanê berpirsîya wê êrişê da ustîyê xwe.

Di encama wê teqîn û pevçûnê de herîkêm 4 leşkerên Efgan hatin kuştinê û 3 leşekr jî birîndar bûn.

Di hefteyên vê dawîyê de Koma Talibanê êrişên ser deverên curbicur ji wan Kabolê destpê kirine ku di encama wan de bi sedan kes hatine kuştinê û birndar bûne.