Îlon 13, 2019 09:40 Asia/Tehran
  • UNICEF`ê kuştina zarokên filistînî li Gezzeyê şermezar kir

Rêvebira Kargêr a Sindoqa Zarokan a NY (UNICEF) di daxûyanîyekê de cinayeta nû ya Sîyonîstan a şehîdkirina 2 zarokên filistînî li Zîvala Gezzeyê şermezar kir.

Rêvebira Kargêr a UNICEF`ê, Henrietta H. Fore tevî şermezarkirina wê cinayetê, ji Rêjîma Sîyonîst xwest ku êrişên dijî zarokên filistînî bi dawî bîne.

Înîya buhurî leşkerên rêjîma Sîyonîst gulle ber bi pişkdarên 73`yemîn meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzeyê ve avêtin ku di encamê de 2 zarokên filistînî şehîd û 76 kes jî birîndar bûn.

Meşa Mafê Vegerê ji 30`yê Adara sala 2018`an ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û didome.

Ji wê demê ve heta nika di encama êrişên leşkerên rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên wan meşan da, zêde ji 310 filistînî şehîd û herîkêm 31 hezar kes jî birîndar bûne.