Îlon 11, 2019 07:55 Asia/Tehran
  • Yekitîya Ereban, Îran bi destwerdana di karên welatên Ereb de tawanbar kir

Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Ereban careka din di çarçova kişandina bala Erebistanê û Imaratê de, Îran bi destwerdana di karên welatên Ereb de tawanbar kir.

Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Ereban Ehmed Ebulgeyt di Sed û Pêncî û Duyemîn Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekitîya Ereban de li Paytexta Misrê şarê Qahireyê idia kir ku Îran bi dû bêseruberîyê li Yemenê û naewlehkirina rêyên deryayî li Kendava Farsê û Deryaya Umanê ye.

Komîteya Çaralî ya Erebistan, Imarat, Behrêyn û Misrê jî duh li rex civîna Wezîrên Karên Derve yên yekitîya Ereban li Qahirê civîneke dijî-Îranê lidar xist.

Pişkdarên wê komîteya dijî-Îranê jî wek civînên berê, Komara Islamî ya Îranê bi destwerdana di karên welatên Ereb de tawanbar kir.

Tawanbarkirina Komara Islamî ya Îranê li rex civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekitîya Ereban di halekî da ye ku du encamên sereke yên wê yanî Erebistan û Imarat sedema sereke ya qeyrana Yemenê ne û di encama êrişên wan du welatan ser Yemenê da bi hezaran sivîl hatine kuştinê.

Erebistan û Imarat herwiha sedema sereke ya qeyrana li Sûrîyê ne.