Tebax 15, 2019 17:54 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Pakistanê pêgirî kir: Meseleya Kişmîrê dikare bi muzakirê were çareserkirinê

Serokwezîrê Pakistanê pêgirî kir ku Islamabad tu wexta bi dû şêrr himberî Hindê nîne û ser vê bawerê ye ku minaqişeya Kişmîrê dikare bi muzakirê were çareserkirinê.

Serokwezîrê Pakistanê Imraxan di axavtinekê li şarê Muzeferabadê de amajeyî bisînorkirinên vê dawîyê yên ji hêla dewleta Hindê li devera Kişmîra di bin hikimdarîya wî welatî de û ew pêngava şaşitîyeke istiratêjîk bi nav kir û got ku şerr tu wexta rêya çareserkirina meseleyan nîne belkî pevçûn dê bibe pirsgirêkên nû.

Serokwezîrê Pakistanê hişyarî da ku Hind nabe derbara wî welatî de hesabên şaş bike ji ber ku heke êrişek ji hêla Hindê ve pêk bê, gel û hêzên çekdar ên Pakistanê yê bersiveke lezgîn û teqil bidinê.

Imranxan herwiha pêgirî kir ku civaka cîhanî dê berpirsê her şerê ihtimalî yê di navbera Hind û Pakistanê de be ji ber ku sazîyên ku bi armanca girtina pêşîya şer û pevçûnan pêk hatine, erkên xwe cih neanîn.

Bi ibtalkirina desthilatên taybet (xwerêvebirî) ên devera Kişmîra di bin kontrola Hindê ji alîyê Parlimana vî welatî ve, rewşa Kişmîrîyên di bin kontola Hindê de dijwartir bûye û zemîneya koçkirina Hindûyan bo wê deverê û kirrîn û firotina erdên Kişmîrê ji hêla wan va pêk hatîye.

Dewleta Pakistanê wekî berteka himberî kiryarên bikîn ên Hindê yên dijî Kişmîrîyan, Balyozê Hindê li Islamabadê Acî Bisarîya derxistîye û peywendîyên ticarî yên digel vî welatî rawestandine.