Plana Rejîma Siyonîstî bo çêkirina dîwêr li sînorê Gazayê
Rejîma Siyonîstî di dewama şidandina dorpêça Gazayê , dil heye li sînorê Gazayê dîwarê ewlehiyê saz bike.
Kanala 12`an a televîzyona Rejîma Siyonîstî îro sêşemiyê raghand: Îsraîlê dilê çêkirina berbendeka din li zîvala Gazayê heye ku bi kiryarê pêşiya derbasbûna filistîniyan bo erdên bav û kalan bigre.
Ev dîwara bi bilindahiya 6 mêtran û dirêjatiya 9 km an li sînorê bakurê Gazayê bê avakirin.
Eskerên Rejîma Siyonîstî ji îniya buhurî va heta niha 6 filistînî li sînorê Gazayê û erdên dagirbûyî yên Filistînê bi derba gullê kuştin.
Rejîma Siyonîstî ji sala 2006`an piştî serketina tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê( Hamas) li hilbijartinên parlemanî, zîvala Gazayê dorpêç kiriye û rê nade kelûmelên bingehîn ji wan xwarek, derman û amûrên avahîçêkirinê derbasê vê navçê bibin.