Tebax 13, 2019 17:53 Asia/Tehran
  • Zêde ji 2 hezar milîtanên Hevalbendîya Seûdî hawara xwe birin Yemenê

Berdevkê Artêşa Yemenê ragihand ku di hefteyên buhurî de zêde ji 2 hezar milîtanên Hevalbndîya Seûdî penaha xwe anîne Yemenê.

Berdevkê Artêşa Yemenê Yehya Serî di hevpeyvîna digel Rojnama Al Akhbar a Libnanê de got: Ew kesana bi dû têkçûna bi dehan çeperên zorbêj û kirêgirtîyên Hevalbendîya Seûdî-Imaratî li bereyên nav û derve revîne Yemenê.

Berdevkê Artêşa Yemenê herwiha bi gotina vê yekê ku ew kesana dê bikevin ber efûya gitşî ya ku Artêşa Yemenê têkildarî kesên hatine xapandinê ragihandîye, dîyar kir: Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê erka in ku ewlehîya wan dabîn bikin.

Mideha meha buhurî de bi dehan fermandeyên ku ji bereyên Esîr, Necran û Cazanê li başûra Erebistanê û perravên rojava û bereyên Teiz, Beyza û Marebê revîne, tevlî hêzên yemenî bûne.

Ligorî gotina kesên ku ji wan çeperana revîne, zorbêjên Seûdî bêrêzîya li wan dikin û wan wekî mertala mirovî li bereyên cengê bi kar tînin.