Tîrmeh 13, 2019 16:38 Asia/Tehran
  •  Tirsa Îsraîlê ji tolhildana HAMAS`ê

Artêşa Rejîma Siyonîst ji tirsa êrişên tolhildanê yên Tevgera HAMAS`ê wek berteka li hember şehadeta Mehmûd Edhem ji endamên Tabûrên El-Qisam li Gazayê, sîstema berevaniya Gumbeza Hesin li sînorsên vê herêmê xurt kir.

Eskerên Rejîma Siyonîst pêncşemiya buhurî navenda çavdêriyê ya hêzên berxwedanê li derbasgeha Beyt Hanûnê dan ber gulleyan ku di encamê de Mehmûd Edhem endamê tabûra parastina sînor a Qesamê şehîd bû.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa filistînî ya Meayê,artêşa Rejîma dagirkirê Qudsê amadetiya xwe li sînorên  Gazayê bona  girtina pêşiya her cure aloziya muhtemel, zêde kiriye.

Pêştir Ebdulletîf Qao, berdevkê tevgera berxwedana Îslamî, Hamas, berpirsiyariya şehadeta Edhem xist  istûyê Rejîma Siyonîstî û li bara dûhatêna dewama destdirêjî û cinayetên vê rejîmê li dijî gelê Filistînê û pêbendnebûna Îsraîlê ser agirbesê hişyarî da.