Tîrmeh 11, 2019 08:42 Asia/Tehran
  • Êrîşa hevpeymaniya Seûdî ya bi hawanê ser Hudeydeyê

Hevpeymaniya Destdirêjker a Seûdî berbanga Pêncşemiyê bi binpêkirina dubare ya Agirbesê, malên xelkê li parêzgeha Hudeydeyê dane ber hawanê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Kanala El Mesîreyê ragihand ku destdirêrjker û kirêgirtiyên Hevpeymaniya Destdirêjker a Seûdî zêde ji 10 topên hawanê kewkî ser malên xelkê li şaristana Dureyhemiyê ya başûrê Hudeydeyê kirine.

Li bara ziyan û xisarên hitmakî tiştek belav nebûye.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di naebra desteya şandî ya ji Senayê û desteya Riyazê ji berbanga Sêşemiyê, 18ê Kanûna 2018an va li bajarê Hudeydeyê dest pê bûye, lê Hevpeymaniya Siûdî her rojê wê binpê dike.

Bendergeha Hudeydeyê rêya herî sereke ya şandina alîkariyên însandostiyê bo Yemenê ye.

Gotûbêjên aşitiya yemenî-yemenî roja 6ê Kanûnê bi press konferansa Martîn Girîfît şandiyê NY li karûbarên Yemenê û xanima Margarêt Valêstrom serokwezîra Swêdê li koşka Juhansborga Istukhulmê birê ket û roja Pêncşemiyê 13ê Kanûnê bi lihevkirina derbarê agrbesa li Hudeydeyê, bi dawî bû.

Vebûna frokexaneya Senayê û bendera Hudeydê, rakirina dorpêça ser xelkê Yemenê û dayîna mûçeya karmendên dewletê û şandina alîkariyên mirovdostane ji babetên serekeye vê gotûbêja yemenî-yemenî bûn.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.