May 17, 2019 18:47 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê: Cinayeta nû li Senayê nîşaneya lawazî û nekarabûna Hevalbendîya Seûdî ye

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê cinayeat nû yas hevalbendîya Seûdî-Imaratî li Senayê şermezar kir û got: Ev cinayeta lawazî û nekarabûna Hevalbendîya Seûdî ya zorbêj nîşan dide.

Balafirên cengê yên Hevalbendîya Seûdî duh êrişî Sena paytexta Yemenê kirin ku di encamê de 6 kes hatin kuştinê û 71 kes ji wan 21 zarok birîndar bûn.

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed Ebdulselam got: Êrişa ser yemenîyan di meha bimbarek a Remezanê de û piştî opêrasyona Artêşa Yemenê û Ensarullahê dijî navendeke locêstîkê ya dijmin diselimîne ku dijmin ji hêla leşkerî, sîyasî, exlaqî û mêdyayî va pêrgî işkestê bûye.

Artêşa Yemenê roja Sêşemê bi 7 balafirên bê firokevan êrişî 2 navendên pompaja niftê yên ser bi Şirketa Aramko ya Erebistanê kir.