May 15, 2019 10:57 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya artêşa Yemenê li bara êrîşa ser navendên niftî yên Erebistanê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê operasiyona êrîşa ser rawestgeha pompaja nifta Erebistanêm li nêzikî navçeya Yenbeyê wek bertekek li hemberî dewama cinayetên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî û dorpêçkirina Yemenê da zanîn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Yekha Serî', Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê roja Sêşemiyê bi gotina vêya ku eger destdirêjiya hevpeymaniya Siûdî were domandin, dê operasiyonên zêdetir li nav axa Erebistanê cih bên, her wiha got: Artêş hemî îmkan û derfetên xwe jibo pêşîlêgirtina li dewama êrîşên dijminê Siûdî bi kar bîne û ji billî armancên sivîl, cihên hestiyar û stratejîk  dê bide ber êrîşê.

Di êrîşa roj Sêşemiyê ya heft firokeyên bêfirokevan ên artêşa Yemenê rawestgeha pompaja nifta Erebistanê li nêzikî navçeya yenbeyê kete ber êrîşê ku di encama wê da pêvajoya veguehstina rojane sê miliyon bermîl niftê bi tamî hat rawestandin.

Xalid Falih Wezîrê Enirjiyê yê Erebistanê jî li xwe mukur hat ku boriya nifta navbera navçeya Şerqiye û Yenbuyê li perrvên Deryaya Sor ketiye ber êrîşa firokeyên bêfirokevan ên artêşa Yemenê.

Hêzên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê hema bêje her rojê kûrahiya axa Erebistanê bi mûşekên xwe yên Balistîk didin ber êrîşê ku ev kiryar wek berteka li hemberî destdirêjiya Hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê û êrîşa ser welatiyên sivîl ên vî welatî pêk tê.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê welatê xizan û belengaz ê Yemenê tûşî kêmbûna giran a xurek û dermanê bûye.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.