Daxûyaniya bi boneya salvegera dagirkirina erdên Filistînê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê ser berpirsiyariya giring a civaka Navneteweyî bi taybet Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li dawîanîna dagirkirina organzîebûyî ya erdên Filistînê û Qudsa Şerîf teqez kir.
Wezareta karên derve ya Îranê bi daxûyaniyekê bi munasibeta salvegera dagirkirina erdên Filistînê Roja Nikbetê (Roja Reş) tevî raghandina hevgirtina tam û tekûz a Komara Îslamî ya Îranê bi armanca Filistînê, daxwaza alîkariya Komara Îslamî ya Îranê bi xelkê Filistînê bona kivşkirina çarenivîsa xwe û damezrandina welatê serbixwe yê Filistînê bi paytextiya Beytulmuqedesê kir.
Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Li roja Nikbetê hebûneka nemeşrû bi navê Rejîma Siyonîstî bi piştgiriya Emerîkayê bi dagirkirina erdê Filistînê ji dayîk bû û bi şêr û cinayet û dagirkerî, dewam peyda kir û îro bûye sebebkaraê bingehîn a pêkhatina hemî qeyranên navçê û gefa rastîn li hember aşitî û ewlehiya navneteweyî.
14 Gulanê hevgavê 71 mîn salvegera derxistina bi sedan hezar filistîniyan ji erdên xwe û 15 Gulanê 71 mîn sala pêkhatina Rejîma Sexte ya Îsraîlê li roja Reş e.