Yemeniyan dîsa li bersiva cinayetên Siûdiyan leşkerên wan li devar Eisîrê kirin hedefa 5 mûşekan
Artêş û Komîteyên Berxwedana Gel ên yemeniyan şeva borî cinayetên siûdiyan li dij gelê Yemenê bê bersiv nehêştin û çeper û pêgehên leşkerên Siûdî li derbasgeha Eleb ya parêzgeha Eisîr li başûra Erebistanê dan ber mûşekên balestîk.
Artêş û Komîteyên Berxwedana Gel ên yemeniyan şeva borî cinayetên siûdiyan li dij gelê Yemenê bê bersiv nehêştin û çeper û pêgehên leşkerên Siûdî li derbasgeha Eleb ya parêzgeha Eisîr li başûra Erebistanê dan ber 5 mûşekên balestîk ên Zelzal-1.
Artêş û Komîteyên Berxwedana Gel ên Yemenêduh berêvarê jî cihê civîna kirêgirtiyên siûdî li Cîzanê ya başûra Erebistanê û Marib ya navenda Yemenê mûşekbaran kirin.
Erebistana Siûdî û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ti sûdek ji vî şerê nestandiye.