Adar 17, 2019 14:21 Asia/Tehran
  • 2 leşkerên Rejîma Îsraîlê hatin kuştin

Di encama gullereşandina ji aliyê Defa Rojava Çemê Urdinê ve, 2 leşkerên Rejîma Îsraîlê hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Artêşa Rejîma Siyonîstî diyar kir ku li Defa Rojava Çemê Urdinê 2 komên leşkeran rastî gullereşandina kesekî filistinî hatin.

Artêşa Rejîma Siyonîstî diyar kir ku filistîniyek li nêzî posteke lêgerînê ya hêzên îsraîlî êrişî ser leşkerekî Îsraîlê kir û ew kuşt û çeka wî desteser kir û reviya û  bi çeka leşkerê kuştîber bi koma din a leşkerên Îsraîlê gullereşand û yekî din kuşti û du kes ji wan jî bi giranî birîndar kir.

Herwiha Artêşa Rejîma Siyonîstî  ragihand: Bûyer heta niha dewam dike û lêgerîn ser wê didome.