Adar 14, 2019 19:44 Asia/Tehran
  • Neyariya Erebistanê digel daxwazên ji bo navnetewîkirina lêkolînên ser kuştina Xaşiqçî

Ji ber tirsa Riyazê ji ber dûhatên navnetewî û navçeyî li bara dosiya kuştina Xaşiqçî, Erebistanê daxwazên ji bo navnetewîkirina lêkolînên ser kuştina Xaşiqçî ret kir.

Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê duh çarşemê ragihand ku Enqere disiya kuştina rojnamevanê rexnekirê Erebistanê pêygîriyê dike û eger pêwîst be dê vê dosiyê bide ber destê dadgeha navnetewî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Rutersê, Bender Bin Muhemed El-Eyîban serokê komîsiyona heq û mafê mirovan yê Erebistanê li dewama siyasetên binpêkere heq û mafê mirovan ji aliyê rejîma Alê Seûd , bona girtina pîşiya ruswatiyên zave karbidestên Seûdî , neyariya xwe digel her cure lêkolînekî navnetewî li bara kuştina Cemal Xaşiqçî ragihand.

Hêjayî gotinê ye ku Dozgeriya Stenbûlê di dewama lêkolînên dosyeya cinayeta kuştina Cemal xaşiqçî, rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Siûdî, di dawîn karê xwe bi raberkirina daxwazeka darizandinê bi palpiştiya belge û şehediyên bidestketî bi tawana "Işkence, azirandin, plandarêştin û pêkanîna kuştinê", biryara girtina Jinêral Ehmed El Esîrî, alîkarê berê yê Rêxistina Istixbarata Erebistana Siûdî heevrê digel Siûd El Qehtanî ji rawêjkarên nêzikî Mihemed Bin Selmanê welîehdê siûdî dabû.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Siûdî roja Sêşemiyê 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê li Stenbûla Tirkiyê wenda bû.

Rêjîma Siûdî roja 19ê Cotmehê piştî 18 rojan bêdengî û derewandinê, serê axir di bin zextên Civata Cîhanî piştrast kir ku Cemal Xaşiqçî li nav Konsolxaneya vî welatî hatiye kuştin.