Sibat 21, 2019 16:43 Asia/Tehran
  • Li êrişa balafirên cengê yên Siûdî ser Hecê 10 sivîl hatin kuştin û birîndar bûn

Balafirên cengê yên hevalbendiya êrişker a Siûdî, sibeha pênşemiyê çend caran navçeyên curbicur ên parêzgeha Hecê li bakûrê rojavaya Yemenê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora IRNA`yê, di encama van êrişan de sivîlek hate kuştin û 9 kesên din jî birînmdar bûn. Hemî birîndar jin û zarok in.

Balafirên cengê yên Rejîma Siûdî berî niha jî bi caran xelkê Yemenê dabûn ber bombeyan.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.