Sibat 20, 2019 18:39 Asia/Tehran
  • Girtina hejmarek ji filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê

Eskerên Rejîma Siyonîstî hejmarek ji filistîniyan li navçên curbicure kêleka rojava ya çemê Urdinê girtin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, eskerên siyonîst roja çarşemiyê pênc filistîniyên ku li kampa awareyên El-Robê li Xelîlê kom bibûn, girtin.

 Li encama vê pevçûnê eskerekî siyonîst birîndar bû.

 Di hemen demê de, eskerên îsraîlî piştî êrişa ser Nablos, Beyt Lehm, Qeqîlya, Tûlkerem û Ramullah êriş kiri ser malên filistîniyan û navmala wan li hev xistin û 17 filistînî bi îdiaya  xebat û berxwedanê girtin.

 Li encama van êrişana  hin pevçûn navbera filistînî û hêzên artêşa Rejîma  dagirkirê Qudsê cih hat û hejmarek ji filistîniyan bi derba gulla dagirkirên siyonîst birîndar bûn.

 Kêleka rojava ya çemê Urdinê, her roj sehna destdirêjiya eskerên siyonîstî û erkdarên  serwîsên ewlehiyê yên teşkîlata  xweîdarekir a Filistînê ye ku bi armanca serkutkirina  întifaza Qudsê û rawestandina  operasyonên  berxwedanê cih tê.