Sibat 18, 2019 18:30 Asia/Tehran
  •  Bersiva artêşa Yemenê li hemberî destdirêjkirên siûdî

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li bersiva hevalbendiya destdirêjkirê siûdî, meqerên eskerên erebistanî li Necranê li başûrê vî welatî mûşekbaran kirin.

Li gorî  rapora kanala El-Mesîrê,artêş û komîteyên gelanî yên Yemneê li operasyona xwe  ya vê dawiyê bi mûşekeke balistîk a Zelzalê yek meqerên  destdirêjkirên siûdî li Sehra El-Ecaşerê dan ber êrişan.

 Çavkaniyên yemenî raghandin ku xisarên giran li siûdiyan ketiye.

 Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê, her roj axa Erebistanê bi mûşekîn Balistîk didin ber êrişan ku ev kiryara li berteka li hember destdirêjiya hevalbendiya siûdî ser Yemenê û êrişa ser xelkê sivîl ê vî welatî cih tê.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.