Saib Erîqat: Normalkirina peywedniyan bi Îsraîlê re xeyaneta li armanca gelê Filistînê ye
Sekreterê komîta cihhêner a Rêxistina Rizgariya Filistînê got: Normalkirina peywedniyên hin welatên erebî bi Rejîma Siyonîstî re xeyaneta li armanca gelê Filistînê ye.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Saib Erîqat sekreterê komîta cihhêner a Rêxistina Rizgariya Filistînê li gotûbêja bi radyoya Filistînê got: Emerîkayê welatên erebî li Warşowayê li dora hev civand ku ser navê rawestana li hember xetera Îranê bibêje ku daxwaza aşitiyê dike li halekê ku bingeha fanatîzm û şidetê li navçê, Rejîma Siyonîstî ye.
Erîqatê hizûra welatên ereb li civîna Verşoyê rexne kir û dest5nîşan kir: Veşartina rasitiyan dê işkestê bixwe.
13 û 14 Sibatê, Warşowaya paytexta Polanyayê, mazûvanê Emerîkayê û welatên hevpeyman bû ku bi mehna aşitiyê li Rojhilata Navîn dewreke teze ji tirsandina ji Îranê destpê bikin.
Filistîn ji van welatan bû ku beşdarî vê konferansê nebû.