Dijberiya Emerîkayê li hember geşatiya teknolojiya navokî li Erebistanê
Sibat 17, 2019 18:03 Asia/Tehran
Alîkarê wezîrê enerejiyê yê Emerîkayê raghand ku Waşengton dê nehêle Erebistan teknolojiya navokî ya xwe bêyî garantî berfireh bike.
Li gorî rapora televîzyona Cezîrê, Dan Brovîlît, alîkarê wezîrê enejiyê yê Emerîkayê got ku Waşengton bi Riyazê re li warê navokî bi şertekê hevkariyê dike ku Erebistana Siûdî mafê zengînkirina uranyomê tinebe.
Alîkarê wezîrê enerejiyê yê Emerîkayê li kêleka civîna ewlehiyê ya Monîzê her wiha got: Erebistan nabe çekên navokî bi dest bixe.
Erebistan yek ji van çend welatan e ku Protokola îlhaqî ya peymana qedexetiya çekên navokî îmze nekiriye.
Rejîma Alê Siûd, hin planên zêdexwazane li bara enerjiya navokî hene û raghandiye ku li 20 heya 25 salên tê, dê 16 reaktorên navokî çê bike.