Sibat 17, 2019 12:26 Asia/Tehran
  • Li bersiva cinayeta Rejîma Siûdî, yemeniyan 10 mûşek avêtin Cîzanê

Artêş û Komîteyên Berxwedanê yên gelê Yemenê li bersiva cinayet, dagîrkerî û desdirêjiyên Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşûiya Rejîma Siûdî li Yemenê, pêgeh û bargehên hêzên Siûdî li Cîzanê ya başûra Erebistanê kirin hedefa mûşekan.

Li gor nûçeya Al-Alamê, Artêş û Komîteyên Berxwedanê yên gelê Yemenê 10 mûşekên balestîk yên Zelzal-1 ku yemenî bi xwe wan çêdikin, li çeper û bargehên artêşa Siûdî yên li Cebel Qeysa Cîzanê xistin û ew ji nav birin.

Çavkaniyên yemenî diyar kirin ku di encama vê mûşekbaranê de gelek hêzên siûdî hatin kuştin û birîndar bûn û xisarên giran li pêgehên wan ketin.

Li bersiva cinayet, dagîrkerî û desdirêjiyên Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşûiya Rejîma Siûdî, rtêş û Komîteyên Berxwedanê yên gelê Yemenê her roj bargehên artêşa Erebistana Siûdî di nav axa vî welatî de dikin hedefa mûşekên balestîk.

Desdirêjiya Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşûiya Rejîma Siûdî ser Yemenê xelkê vî welatê nedar tûşî belengazî û birçîbûnê û kêmasiya dewa û dermanan kiriye. Di vî  halî de rejîma Siûdî û hevpeymaniya wê ya dagîrker nekariye hedefên xwe yên nerewa li Yemenê bidest xînin.