Sibat 14, 2019 09:14 Asia/Tehran
  • Kuweyt, Qeter û Libnanê êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê şermezar kirin

Kuweyt, Qeter û Libnanê şeva buhurî di peyamên cida de, êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê şermezar kirin û xwe şirîkê xema dewlet û gelê Îranê û malbatên şehîdên vê êrişa têrorîstî zanîn.

Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah di peyamekê bo Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen rûhanî da tevî şermezarkirina êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê, xwe şirîkê xema malbatên şehîdan, dewlet û gelê Îranê zanî û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn hêvî kir.

Serokwezîrê Kuweytê Cabir Mibarek Hemed Sebah û Welîehdê vî welatî Newaf Ehmed Cabir Sebah jî di peyamên cida ji bo Serokê Komara Islamî ya Îranê de, êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê şermezar kirin.

Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî, Wekîehdê vî welatî Ebdullah Bin hemed Alê Sanî û Serokwezîrê Qeterê Ebdullah Bin Hemed Nasir Alê anî jî di peyamên cida ji bo Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî de êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê şermezar kirin û xwe şirîkê xema dewlet û gelê Îranê û malbatên şehîdên vê êrişa têrorîstî zanîn.

Wezareta Karên Derve ya Libnanê jî di peyamekê da êrişa têrorîstî ya li Sîstan û Belûçistanê bi tundî şermezar kir.

Şeva buhurî otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da  27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn.

.