Sibat 12, 2019 15:45 Asia/Tehran
  • Nesrullah li hevdîtina Zerîf: Serketina Lubnanê û berxwedanê encama piştgiriyên Îranê ye

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: Piştgiriya Îranê ji Lubnanê û berxwedanê bû sedema gelek serketinên mezin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê roja duşemiyê li hevdîtina Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, ji piştgiriyên rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî, berpirs û gelê Îranê ji Lubnanê, Filistînê û tevgerên  berxwedanê û gelên navçê bona rawstana li ber Rejîma Siyonîstî û terorîzma tekfîrî sipasî kir û hêvî kir: Ev piştgirî tevî hebûna hemî komplo û zext û zoran bidomin.

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê jî diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê li kêleka  dewletê, gel û berxwedana Lubnanê sekiniye û amade ye li hemî waran alîkarî û hevkariyê bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja yekeşmiyê li sefera du rojî gihêşt Lubnanê.

 Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê bi Mîşêl Ewn serokkomar, Nebîh Bêrî serokê parlemanê û Cebran Basîl wezîrê karên derve yê Lubnanê hevdîtin û gotûbêj kir.