Sibat 11, 2019 18:26 Asia/Tehran
  • Nunerê Taybet ê NY di karên Yemenê da gihîşt Senayê

Nunerê Taybet ê NY di karên Yemenê da ji bo gotûbêja digel alîyên gêreyê ya derbarê vekişîna leşkeran ji Bendera Hudeydê û bicihbûna hêzên navnetewî da, gihîşt Senaya paytexta Yemenê.

Nunerê Taybet ê NY di karên Yemenê da Martîn Girîfîts biryar e ku digel generalê danmarkî û serokê nû yê Desteya Çavdêrên NY li Yemenê Maykêl Lolîsgard bicive û her du alî derbarê vekişîna hêzên leşkerî ji Bendera Hudeydê û kivşkirina deverên ewleh ji bo derbaskirina alîkarîyên mirovdostîyê da gotûbêjê bikin.

Herwiha biryar e ku Nunerê Taybet ê NY di karên Yemenê da bi berpirsên pilebilind ên Tevgera Ensarullahê re derbarê amadekarîyên pêwîst ji bo lidarxistina Civîna Aştîya ya Digel Nunerên Dewleta Istêfakirî ya Yemenê de rawêjkarîyê bike.

Çaremîn dewra muzakirên aştîya Yemenê ji 6`ê Kanûnê ve bi amadebûna alîyên yemenî bi serokatîya Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Gişt NY di karên Yemenê da Martin Griffiths li Stokholma Swêdê destpê bû û roja pênçşem 13`ê Kanûnê bi lihevkirina derheq agirbesa li Hudeydê bi dawî hat.

Agirbesa Hudeydê ji sibeha sêşemî 18`ê Kanûnê ve li bajarê Hudeydê destpê bûye lê hevalbendiya Siûdî hemî rojê ewê binpê dike.

Bendera Hudeyde rêya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovdostiyê bo Yemenê ye.

Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) dibêje nêzî 24 mîlyon kes li Yemenê hewcedarê kelûmelên sereke yên jiyanê ne û nêzî 10 mîlyon kes jî li ber xelayê ne.