Qeterê li dijî Behreynê li Konseya Ewlehiyê ya NY doz vekir
Nûnera Dayimî ya Qeterê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja şemiyê li dijî Behreynê ji ber binpêkirina sînorê hewayî yê welatê xwe li Konseya Ewlehiyê ya wê sazîyê doz vekir.
Li gorî rapora Al-Alamê, Olya Ehmed Bin Sêyf Alê Sanî li nameyekê bo serokê Konseya Ewlehiyê destnîşan kir ku balefireke cengê ya Behreynê 27 Kanûna 2018`an bêyî îzna Dûhayê derbasî esmanê Qeterê bûye.
Nûnera Dayimî ya Qeterê li NY di wê nameyê da bal kişandiye ser dewama binpêkirina sînorê hewayî yê Qeterê û têde hatiye ku kiryarên Menamê binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî û dewama hewldanên bo pêkanîna aloziyê li navçê ne.
Dûhayê pêştir jî li dijî Îmaratê ji ber binpêkirina herêma hewayî ya Qeterê li Konseya wlehiyê ya NY doz vekiribû.
Erebistan, Îmarat, Misr û Behreyn li mehên derbasbûyî bi şêwazên curbicur li dû zext û zora ser Qeterê ne.
Erebistan û hevpeymanên wê ji pêncê Hezîrana 2017`an ve ji ber hevdengnebûna Dûhayê bi tevegra erebî bi serkirdetiya Riyazê, Qeter bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar kirin û peywwedniyên xwe yên dîplomatîk bi Dûhayê re qut kirin.
Erebistan, Îmarat, Misr û Behreyn her wiha xêncî boykot, sînorên xwe bejahî-deryayî û hewayî yên xwe ser Qeterê de girêdan.