Sibat 09, 2019 17:17 Asia/Tehran
  • Seid Herîrî: Bila civata cîhanî pêşiya destdirêjiya Îsraîlê bigire

Serokwezîrê Libnanê ragihand: Divê civata cîhanî, anegorî biryarnama 1701`ê ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), pêşiya êrişên her rojî yên îsraîlê bigire.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Seid Herîrî, serokwezîrê Libnanê, roja îniyê li hevdîtina bi Stîfano Dêl Kol (Stefano Del Col), fermandê Yunifelê (Hêzên Berevanê Aştiyê yên NY li başûrê Libnanê) li Bêyrûtê ragihand: Rejîma Siyonîst hemî rojê qada hewayî û avî ya Libnanê binpê dike.

Herîrî destnîşan kir: Trombîlên leşkerî yên artêşa Libnanê wê gerên xwe yên li ser sînorê Libnan û Filistîna dagîrbûyî berdewam bikin ta her gumanekê ku di pêvajoya cihanîna biryarnama 1701`ê ji aliyê aliyê libnanî ve pêk tê çareser bike.

Serokwezîrê Libnanê pêgîrî kir ku ev welata sozdarî cihatina tam a biryarnama 1701`ê rêzgirtina ji xeta avê ya li ser sînorên başûrî ye û zêdebûna kêşeyên Rejîma Siyonîst ser xêrê nînin.

Biryarnama 1701`ê ya Konseya Ewlehiyê ku piştî bidawîhatina şerrê 33 rojî ya Îsraîlê bi Libnanê re di sala 2006`an da hate pejirandin, ji Rejîma Siyonîst dixweze ku xwe ji kiryarên bidijminatî yên dijî Libnanê dûr bigire lê ev rejîma qet vê xwestekê berçav nagire û hertim qada hewayî, bejahî û deryayî ya Libnanê binpê dike.