Sibat 09, 2019 12:54 Asia/Tehran
  • Firokeyên şêrr ên siûdiyan paytexta Yemenê dane ber bombeyan

Firokeyên şêrr ên Rêjîma Siûdî sipêdeya Şermiyê Senaya paytexta Yemenê dane ber bombeyan.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Li pey vê êrîşêl dengê çend teqînên giran li vî bajarî hat bihîstin.

Erebistana Siûdî îdia kir ku çend depo û baregehên artêşa Yemenê kirine hedefa êrîşên xwe.

Firrîna firokeyên şêrr ên Rêjîma Siûdî li ser Senayê hema wisa didome.

Hîn tu raporek derbarê ziyan û goriyên hitmalî yên vê êrîşê belav nebûye.

Ji ber şerxwaziya Erebistana Siûdî û hevpeymanên vî welatî ji wan Imaratê li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne. Lê tevî van hemîyan Erebistanê û hevpeymaniya bin serokatiya vî welatî tu yek ji armancên xwe li vê destdirêjîyê bi dest nexistine.