Sibat 09, 2019 11:58 Asia/Tehran
  • 2 şehîd û 17 birîndar di çil û şeşemîn Îniya meşa Mafê Vegeriyanê

Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê Îniyê bi şev qala şehîdbûna 2 filistîniyan û birîndarbûna 17 kesan li çilemîn Îniya meşa mezin a Mafê Vegeriyanê li Zîvala Xezeyê kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Meşa mezin a Mafê Vegeriyanê roja Îniyê bi navê "Emê dev ji şikandina Dorpêçê bernedin" hat lidarxistin.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst di dema serkutkirina xwenîşanderên filistînî ji billî gulleyên cengê, gaza rondikrêj û jehrî dijî filistîniyan bi kar anîn.

Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara 2018an va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bû û hema wisa didome.

Gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetêîn Rêjîma Siyonîst şermezar kirine.

Meşa filsitîniyan li salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst li warê desteserkirina erdên filsitîniyan di roja 30ê Adara sala 1976an da bi bîr dixe ku her salê tê lidarxistin.

Rêjîma Israîlê bi desteserkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têda dil heye nijyar û tevna cuxrafiyaya navçeyên filsitînî biguherîne û siyonîstan li van deveran bi cih bike dfa ku serdestîxwaziya xwe li erdên filistîniyan xurt bike.