NY: Rayedarên Siûdî berpirsê kuştina Xaçuqcî ne
Raportera taybet a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya karûbarên Îdamên neqanûnî û bi serê xwe duh li raporekê rayedarên Siûdî berpirsê rasterast ê kuştina rojnamevanê nirxankerê rejîma Siûdî Cemal Xaçuqcî dan nasandin.
Li gor rapora IRNA, Raportera taybet a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Îdamên neqanûnî û bi serê xwe Agnes Callamard ku bi serokatiya tîmeke lêkolînê derheq kuştina Xaşuqcî çêbû Tirkiyê li rapora xwe li vê barê de nivîsî: Ev kuştina ji aliyê rayedarên siûdî plankarî bûye û cih hatiye.
Li vê raporê herwiha desnîşan bûye ku rayedarên Siûdî xebitîne lêkolînên dewleta Tirkiyê ser bûyera kuştina Xaşuqcî bê encam û lawaz bikin.
Rojnamevanê dijber û nirxankerê rejîma Siûdî Cemal Xaçuqcî roja 19 Cotmehê çû konsûlxana Erebistana Siûdî li Stenbûlê, lê qet jê derneket û piştî 18 rojan Rejîma Siûdî di encama zext û zorên navneteweyî de neçar ma ku îtiraf bike Xaşuqcî hatiye kuştin û kuştina wî jî avêt sikura mirovên bi serê xwe .