Balyozê Rûsiyê li Beyrûtê: Mudaxila Îsraîlê li Sûriyê divê were şermezarkirinê
Balyozê Rûsiuyê li Beyrûtê destnîşan kir: Li gor welatê wî mudaxila Îsraîlê li Sûriyê tê şermezarkirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Elêksandir Zaspkîn balyozê Rûsiyê li Beyrûtê li gotûbêja bi hejmara îro ya rojnama El-Exbarê ya Lubnanê re bal kişand ser hewldana Rûsiyê bona parastina hakimiyeta Sûriyê û got: Hevkariya Rûsiyê bi Îranê re boan piştgiriya ji hakimiyeta dewleta Sûriyê û rawestana li ber terorîzmê dewamê dike.
Dîplomatê pilebilind ê Rûsiyê, biryara Emerîkayê ya derxistina hêzên xwe ji bakurê Sûriyê wek alûgureke giring li riya vegerandina yekitiya Sûriyê da zanîn û got: muzakirên ku niha li bara bakurê Sûriyê di roijevê de ne bi hetm dibin sedema vegerandina serdestiya dewleta Sûriyê ser navçên ku di bin lepên hêzên emerîkî de ne.
Balyozê Rûsiyê li Beyrûtê li bara zext û zorên Emerîkayê bona girtina pêşiya vejiyandina peyweniyên welatên erebî bi Şamê re got: Emerîkî û hin ereb dixwezin hevalbendiya Sûriyê û Îranê ji hev têk bibin û ev xwestka nemaqûl e.
Zaspkîn ji welatên erebî xwest ku peywendiyên xwe bi Sûriyê re bêyî şert destpê bikin û bêyî tu şertekê li pêvajoya avedankirina Sûriyê beşdar bibin.