Çile 14, 2019 16:29 Asia/Tehran
  • Li Edenê xwenîşandana dijî destdirêjkeran hat lidarxistin

Hin çalakên sivîl û siyasetvanên yemenî bi daxûyaniyekê dewleta îstîfakirî ya Yemenê, rêxistinên ewlehiyê û destdirêjker wek berpirsê sereke yên jiyana kesên girtî û revandî li vî welatî dan zanîn.

Li gorî rapora îro anku Duşemiyê ya IRIB Newsê, Çalakiyên yemenî li vê daxûyaniyê fukar û dilgiraniya xwe derbarê çartenûsa nediyar a bi dehan kes ji girtiyên li zindanên di bin rêvebiriya hêzên imaratî li bajarê Edenê da diyar kirin.

Beşdarên li vê kombûna itirzî daxwaza azadkirina lezgîn û bêyî şert û merc a kesên revandî yan dioyarkirina çarenivîsa wan kirin.

Malbatên kesên girtî û revandî li parêzgeha Edenê rayedarên dewleta îstîfakirî û hêzên hevpeymaniya destdirêjker a Erebistan ûImaratê berpirsê zindanîbûna endamên malbata xwe ş işkenceya wan dizanin. Demek beriya niha jî Encumena Dayîkên Revandiyan li Edenê bi  nîşana nerazîtiya li hemberî bêhaybûna ji çarenivîsa zarên xwe li ber mala Ehmed El Mesîrî, Wezîrê karên dewleta Istîfakirî ya Yemenê kom bûn.

El Mesîrî pêştir bi mukurhatina derbarê zêdebûna kêşeyên rûniştiyên yemenî li Edenê li warê ewlehiyê ku di bin zîrevaniya Hevpeymaniya Imaratî-Siûdî da ye, ragihand ku vê hevpeymaniyê bi şopandinên bêencam û êrîşên xweser bêewlehîtî li vê parêzgehê zêde kiriye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.