Çile 14, 2019 09:34 Asia/Tehran
  • Teqînek li avahîya Wezareta Karên Derve ya Rêjîma Sîyonîst pêk hat

Navenda Polîsên Rêjîma Sîyonîst ragihand ku narincokek li avahîya Wezareta Karên Derve ya vê Rêjîmê teqîya û di encamê da çend hêzên ewelhîyê birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, ew teqîna duh êvarê li cebilxana avahîya Wezareta Karên Derve ya Israyîlê qewimî.

Li gorî vê raporê, polîsên rêjîma Israyîlê vê bûyerê û hegerên wê hildikolînin.