Çile 12, 2019 16:07 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî 89 caran agirbesa li Hudeydeyê binpê kir

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Îniyê bi şev qala dewama binpêkirina agirbesê li bajarê perravî yê Hudeydeyê li rojavaya vî welatî ji aliyê Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê, yehya Serî' got: Destdirêjkerên siûdî û kirêgirtiyên wan di heyamam 48 saetên bihurî da 89 caran agirbesa li bajarê Hudeydeyê binpê kirine.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê her wiha ragihand ku firokeyên şêrr ên siûdî di 48 saetên bihurî da, 55 caran navçeyên din ên Yemenê dane ber bombeyan.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di naebra desteya şandî ya ji Senayê û desteya Riyazê ji berbanga Sêşemiyê, 18ê Kanûna 2018an va li bajarê Hudeydeyê dest pê bûye, lê Hevpeymaniya Siûdî her rojê wê binpê dike.

Bendergeha Hudeydeyê rêya herî sereke ya şandina alîkariyên însandostiyê bo Yemenê ye.

Gotûbêjên aşitiya yemenî-yemenî roja 6ê Kanûnê bi press konferansa Martîn Girîfît şandiyê NY li karûbarên Yemenê û xanima Margarêt Valêstrom serokwezîra Swêdê li koşka Juhansborga Istukhulmê birê ket û roja Pêncşemiyê 13ê Kanûnê bi lihevkirina derbarê agrbesa li Hudeydeyê, bi dawî bû.

Vebûna frokexaneya Senayê û bendera Hudeydê, rakirina dorpêça ser xelkê Yemenê û dayîna mûçeya karmendên dewletê û şandina alîkariyên mirovdostane ji babetên serekeye vê gotûbêja yemenî-yemenî bûn.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.