Çile 12, 2019 15:53 Asia/Tehran
  • Siyonîstan erdên filistîniyan li Qudsa Dagîîrbûyî musadire dikin

Rejîma Siyonîst hewl dide 172 hiktar ji erdên filistîniyan li bajaroka Îsewiyê ya bajarê Qudsa Dagîrbûyî dagîr û desteser bike.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a AL ALAM`ê, Mihemed Ebû Hefez, rayedarekî xwecî yê bajaroka Îsewiyê, got: "Eva heşt sal in ku Siyonîstan dil hene hin navçeyên vê bajarokê musadire bikin û bikin parka netewî".

Berî niha jî mêdyayên Siyonîst ragihandin: "Îsraîl hewl dide bajarokeka nû li bintara bajarê Beyt Lehm`ê li deh kîlometriya başûrê Qudsa Dagîrbûyî ava bike".

Kiryara Siyonîstan a dagîrkirina erdên filistîniyan li halekî ye ku Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), 23`ê Kanûna 2016`an bi pejirandina biryarnama 1334`an li ser bidawîanîna avakirina bajarokên siyonîstnişîn li Erdên Dagîrbûyî yên Filistîniyan pêgîrî kir.