Meşa Mafê Vegerê hat domandinê, filistînîyek hat şehîdkirinê, 185 kes jî birîndar bûn
Çile 12, 2019 07:57 Asia/Tehran
Meşa Mafê Vegerê di înîya 42`yem da hat domandinê û di encama êrişa leşkerên rêjîma Israîlê ser vê meşê li Zîvala Gezzê da, filistînîyek şehîd û 185 kes jî birîndar bûn.
Meşa Mafê Vegerê di înîya 42`yem da ser navê `` berxwedana me yê dorpêçê têk bibe`` hat domandinê û di encama êrişa leşkerên rêjîma Israîlê ser vê meşê li Zîvala Gezzê da, filistînîyek şehîd û 185 kes jî birîndar bûn.
Meşa Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê ve bi boneya ROja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û hela jî didome.
Ji wê demê ve heta niha di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên vê meşa biaştî da, herîkêm 255 filistînî şehîd û zêde ji 26 hezar kesî jî birîndar bûne.