Çile 11, 2019 18:22 Asia/Tehran
  • Giranbûna karesata mirovî li Yemenê piştî girêdana balafirgeha Senayê

Birêveberê giştî yê teranzîta hewayî ya saziya firokevaniya Yemenê got: Girêdana balafirgeha Senayê gelek ji welatiyên Yemenê ji ber bêparbûna ji seferên dermanî yan negihêştina dermanan canê xwe ji dest dane.

Mazin Xanim Birêveberê giştî yê tranzît û transporta hewayî ya saziya firokevaniya Yemenê li gotûbêja xwe ya îro îniyê tev ajansa nûçan a IRNA`yê destnîşan kir: Balafirxaneya Senayê rojê xizmetguzariyên dermanî ji bo 6 hezar kesî dabîn dikirin û niha ku ev balafirxaneya tetîl bûye pirsgirkên zav ji bo xelkê û bitaybet nexweşan çê bûne.

Xanim destnîşan kir: Li gor belgeyên ber dest heta niha hezaran kes ji xelkê Yemenê ji ber negihêştina dewa-dermanan bûne qurbanî.

Wî got: Eger îzna vekirina balafirxaneya Senayê neyê dayîn, rojî 15 hetanî 25 kesan dê ji ber kêmasiya dermanî canê xwe jidest bidin.

Balafirgeha Senayê li tabaxa sala 2016 ji ber xebata zalimane ya wezareta berevaniya Erebistanê hema bitamî hat girêdan.

Destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê ji Adara 2015an ve bûye sedema kuştin û awareûna  bi milyonan yemeniyan û xopana  binavahiyên  vî welatî. 

 Destdirêjiya Erebistanê her wiha  Yemen rastî kêmasiya  xwarek û dermanan kiriye û gelek nexweşiyên  curbicur  bi taybet Kolerayê rewac daye.