Gelê Urdinê daxwaza îbtalkirina hevhatina gazê bi Telavîvê û rawestana li ber gendeliyê kirin
Gelê Urdinê bi lidarxistian xwenîşandanekê, daxwaza îbtalkirina hevhatina gazê bi Îsraîlê re, azadiya neraziyên girtî û rawestana li hember gendeliyê kirin.
Konsersiyoma gazî ya Îsraîlê û şîrketa enerjiya elekterîkê ya Urdinê li Îlona 2016`an hevhatineke 10 milyar dularî îmze kirin. Gelê Urdinê pêştir jî bi lidarxitsina xwenîşamndanê daxwaza îbtalkirina hevhatina gazê bi Rejîma Îsraîlê kirin.
Di hemen demê de, li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê û ji zarê televîzyona Meyadînê, bi dehan urdinî bona protestokirina kiryarên dewleta welatê xwe li Emana paytexta Urdinê xwenîşandan bi rê xistin.
Xwenîşanderan her wiha daxwaza rawestana li ber gendelî û mehkemekirina sebebkarên wê û her wiha reformên siyasî û aborî kirin ku rewşa jiyana welatiyan baştir bikin.
Daxwaziyên li Urdinê bona pêkhatina dewra nû ya nerazîbûnan zêde bûne, Gelê Urdinê ji Gulana par( 2018an) dijberê pejirandina qanûna sermala ser derhatê bûne ku berfirehbûna nerazîbûnan bû baîs ku kabîna berê bi serokatiya Hanî El-Melqî wêde here lê bi desthilatbûna dewleta Omer Rezaz ev qanûna bi hin guhertinan hat pejirandin û biryar e ji destpêka sala 2019`an li Urdinê cih were.